Di Nava Roja Borî de 77 Kes li Duhokê bi Koronayê Ketine

Rêvebirîya Saxlemîya Duhokê ragihand ku di 24 seatên dawî de 77 kes bi vîrusa korona ketine.

Berdevkê Rêvebirîya Saxlemî ya Duhokê Hemze M. Alî got ku niha li Duhokê qonaxeke metrsidar e.

“Li Akrê 3 kes canê xwe ji dest dane û rewşa 5 nexoşan ji ne baş e. Em ji tevahîya welatîyan dixwazin ku xwe ji vê nexweşîyê biparêzin.”

Welatî Qadir Bamernî jî dibêje ku hikûmet hemî hewilan dide ku rê li ber belavbûna vîrusê bigire.

“Divê em hemî bi rênmayan pêgir bibin û ji kombûnên wek cejin, dawat, tazîye dûr bimînin ku silametîya xwe û malbata xwe biparêzin.

Your browser doesn’t support HTML5

SB_03_03_2020_Korona_Nû