Rêvebirîya Saxlemîya Duhokê ragihand ku di 24 saetên dawîyê de 12 nexweş jiber korona canên xwe ji dest dan û 1517 kesên din jî bi vîrusa korona ketine.
Karbidestên saxlemîyê hişyarî didin rêjeya bilind ya mirî û tûşbûyan cîhê metrisîyê ye loma wan tîmên gerok cêkirine ku jibo bicîhkirina tedbîrên pêşîgir yên saxlemîyê li bazaran bigerin û dûçûna hemwelatî û xwedîyên dîkanan bikin.
Rêvebirê saxlemîyê Yusif Mihemed dibêje ku ew gel agahdar dikin ku maskan biden ber devê xwe û pêgîrîyê bi rênmayên saxlemîyê bikin.
Hêjayî balkişandinê ye ku li Duhokê 7 bingehên vaksînkirinê hene û heta niha 103.320 kes hatine vaksîn kirin.
Your browser doesn’t support HTML5