Li Duhokê Heta Niha Nexweşîya Korona Nehatiye Dîtin

Rêvebirê Giştî yê Saxlemîya Duhokê Dr. Nizar Esmet di preskonferansekê de ser vîrusa korona û tûşbûyan li herêma Duhokê agahî dan.

Dr. Esmet got ku wan 201 kesên ku çûnê Îranê taqî kirine û kes ji wan tûşî vê vîrusê nebûne.

”Ta nûke 5 kesên gumanlêkirî me hemî pişkinîn kirine, lê ew kes saxlem in û çi halet li Duhokê nehatine tomar kirin."

Esmet herwiha da zanîn ku wan li hemî xalên sînorî yên ligel Tirkîyê û Îranê û xalên ligel Îraqê tîmên saxlemîyê bi ambulansan û hemî pêdivîyên pişkîninê dabîn kirine.

Your browser doesn’t support HTML5

SB_03_03_2020_Korona_Duhok