Ji egera nepêgirîya welatîyan bi rênmayên xweparêziyê rêjeya tuşbûyên koronayê li parêzgeha Duhokê dîsa zêde dibe.
Rêvebirîya saxlemîya Duhok radigihîne ku rojane nêzî 50-70 kes wek hilgirên koronayê tên tomar kirin û di 24 saetên borî de 3 kes bi koronayê mirine.
Karbidestên saxlemîyê bang li welatîyan dikin ku bi taybetî di vê demsala buharê û Newrozê de xwe ji vîrusa koronayê biparêzin jiber ku dema seyran û ahengan e.
Rêvebirîyê xwest ku aheng û seyranên girseyî neyên kirin ku korona pirtir belav nebe.
Çend rûniştvanên Duhokê ji Dengê Amerîka re got ku ew êdî xwe naparêzin û rênmayan bi cîh nakin.
Di daxuyanîya dawî ya wezareta saxlemîya herêma Kurdistanê de tê glotin ku di 24 satên borî de 392 pêketîyên nû yên koronayê hatin tomar kirin û 7 nexweş jî canên xwe ji dest dane.
Cîhê bîrxistinê ye ku heta niha 462 karmendên saxlemîyê li Duhokê vaksin wergirtine.