Di Nav Sala 2018'an de 150 Hezar Kes Serdana Duhokê Kirine

Bajarê Duhokê

Rêvebirîya Geşt û Guzarî ya Duhokê ragihand ku kesên ku bo gerîyanê hatine Duhokê, 25 ji sedê zêde bûne û vekirina rêya Duhokê û Mûsilê bandoreke erênî li ser wê zêdebûnê kiriye.

Rêvebir Şemal Hirorî dibêje ku wan di sala nû de xwe bo hatina geştîyaran amade kiriye û ewê bi beşdarbûna hunermendên Kurd û Ereb ahengeke mezin li navenda bajêr pêk bînin.