Şeş Jin û Mêrek li Bakûra Îraqê Hatin Kuştin

Bajarê Mûsil.

Polîsê Îraqî ragihand ku çekdaran hêriş kire ser malekê li bajarê Mûsil û di encam de şeş jin û mêrek hatin kuştin.

Karbidestên saxlemî li bakûra Îraqê, jimara qurbanîyan piştrast kir.

Herçende tundûtûjî li Îraqê kêm bûne, belê hêrişên çekdarî û teqîn berdewam in.