Televizyona Express 24/7 ya Pakistanî ragihand ku du jinên Usame Bin Ladin û şeş zarokên wî ji layê hêzên Amerîkî ve hatin girtin. Wê televizyonê her wiha ragihand ku çar alîkarên rêberê terorist hatin girtin.
Usame Bin Ladin di şer û pevçûnekê de li bajarê Abbottabad, bakûra Îslamabadê, ji layê hêzên Amerîkî ve hate kuştin
Di gotareka televizyonî de şeva Yekşembî, Serokê Amerîkî Barack Obama kuştina Bin Ladinî ragihand.