WHO: Pênc Kes ji Nexweşîya Ebolayê Baş Dibin

A view shows The World Health Organization (WHO) headquarters in Geneva

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê ragihand ku pênc kes ji vîrusa Ebolayê baş bûn. Vê vîrusê berîya niha li Komara Demokratîk a Kongo (DRC) û Ugandayê bêhtirî 40 kes kuştibûn.

Ghebreyesus di serdana xwe ya roja Yekşemê ya ji bo bajarê Bunia de got ku çar nexweş îro Duşemê ji nexweşxaneyê derdikevin û kesek jî pêr derketibû. Bajarê Bunia navenda sereke ya belavbûna vê vîrusê ye li DRC'ê.

Li gor WHO'yê, ji van pênc kesan çar kes perestar in û dema xizmeta nexweşan dikirin bi vê nexweşîyê ketine. Kesê pêncem jî xebatkarê laboratorê ye.

Ghebreyesus di dema vekirina navendeke nû ya çareserkirina Ebolayê de li bajarê Bunia, rûmeta her çar perestaran girt û got ku wêrekîya wan hêvîyê dide mirovan û ew nîşan didin ku ev nexweştî dikare were rawestandin.

Ghebreyesus îro Duşemê li ser platforma X'ê got ku nexweşên Ebolayê dikarin bêyî derman jî baş bibin. Wî diyar kir ku ya herî girîng ev e ku nexweş di dema xwe de biçin nexweşxaneyê û zû dest bi çareserîyê bikin, her ku nîşaneyên nexweşîyê derketin.

Heta dawîya meha Gulanê, li herdu welatên DRC û Ugandayê, bi giştî 291 nexweşên Ebolayê hatine piştrastkirin û 43 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Di heman demê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Înê ragihand ku alîkarîya wan a ji bo şerê li dijî vê nexweşîyê ji 162 milyon dolarî derbas bûye. Ev alîkarî her ku diçe bêhtirî dibe da ku alîkarîya sazîyên li Afrîkayê yên li dijî vîrusê dixebitin bike.

Wezaretê herwiha got ku alîkarîya aborî ya Amerîkayê ji bo jinavbirina Ebolayê li cihê wê girîng e, da ku nexweşî negihêje Amerîkayê.

Heta niha ti kes li Amerîkayê bi Ebolayê neketîye. Navendên Amerîkayê yên Kontrolkirina Nexweşîyan (CDC) ragihand ku welatîyekî Amerîkî ku li DRC nexweş ketibû, niha li Almanyayê ye û rewşa wî baş e.

Rêxistina WHO'yê di 17'ê Gulanê de li DRC'yê rewşa awarte ya tendurustîyê ragihand.