Vîrusa Ebola li Kongo û Ugandayê Belav Dibe, CDC jî Bersiva Awarte Radigihîne

Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) îro Duşemê ragihand ku ew piştgirîya derxistina ewle ya hejmareke biçûk a welatîyên Amerîkî dike, yên ku ji ber belavbûna vîrusa Ebola li Komara Demokratîk a Kongoyê ziyan dîtine.

CDC ji rojnamevanan re got ku wan navenda xwe ya rewşa awarte çalak kirîye û dixwazin karmendên zêdetir bişînin Kongo û Ugandayê. Niha nêzîkî 30 karmendên CDC li Kongo hene.

Rêveberê rewşa aware yê CDC, Satish Pillali, eşkere nekir ka ti Amerîkî bi vîrusê ketine an na, lê tekez kir ku rîska li ser Amerîkayê her kêm e.

Li gor nûçeyên medya Amerîkayê, herî kêm şeş Amerîkî li Kongo bi vîrusê ketine û rewşa sê ji wan di rîskeke mezin de ye. Tê gotin ku nîşanên nexweşîyê li ser Amerîkîyekî xuya bûne.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) roja Yekşemê ji ber belavbûna vîrusa Ebola rewşa awarte ya tenduristîyê li seranserê cîhanê ragihand. Ev biryar hate girtin piştî herî kêm 300 kes bi nexweşîyê ketin û 88 kesan li Kongo û Ugandayê canên xwe ji dest dan.

Sedema vê nexweşîyê vîrusa Bundibugyo ye ku cureyekî kêm ê Ebola ye. Pispor dibêjin ti derman û derzîyên wê nînin. Ji sala 2007'an ve ku ev vîrus cara yekem li Ugandayê hat dîtin, ev tenê cara sêyem e ku belav dibe.

Piranîya nexweşan li rojhilatê Kongo, li parêzgeha Ituri ne. Lê vîrus gihîştîye paytexta Kongo Kinshasa û paytexta Ûgandayê Kampala jî.

Rêveberê CDC, Jay Bhattacharya, got ku ezmûna wan a berfireh di şerê li dijî Ebola de heye û ew ji nêzîk ve ligel hikûmetên herêmê kar dikin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kongo hişyarî da ku kes neçe parêzgeha Ituri. Wan got ku şiyana wan "pir sînordar" e ku li wir alîkarîya Amerîkîyan bikin.