WFP Alîkarîyên Lezgîn ji ber Ebolayê bo Komara Kongoyê Dişîne

Alîkariya WFP

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP)alîkarîyên xwe yên ji bo Komara Demokratîk a Kongoyê zêde dike, ji ber ku li wî welatî vîrûsa Ebolyayê belav dibe.

Li gor Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, li seranserê welat nêzîkî 26.5 milyon mirov di tengasîya xwarinê de ne. Ji ber vê yekê, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî alîkarîyên xwe zêde dike da ku piştgirîya malbatên ku ji vîrûsê bandor bûne bike.

Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO)) jî ragihand ku li Kongoyê 321 kes bi vîrûsa Ebolayê ketine û gumana nexweşiyê li ser 116 kesên din jî heye. Ev hejmar nîşan dide ku nexweşî kêm bûye, ji ber ku piştî kontrolan derket ku bi sedan kes ne nexweş in.

Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan a Afrîkayê di 15'ê Gulanê de belavbûna Ebolayê ragihand, û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ew wekî rewşeke awarte ya navneteweyî eşkere kir.