Seroka Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ji serokên dewletên rojavayê Efrîqa re got ku vîrusa Ebola ji texmînan lêztir belav dibe.
Guinea, Sierra Leone, Lîberya û Ivory Coast bi awayekî berfireh rûbirûyê vê vîrusê bûne û pêçîgirtina wê pir dijwar e.
Seroka WHO Dr. Margaret Chan dibêje, eger belavbûna vîrusê bi vî awayî bidome, hîngê encamên pir wêrankêr derkevin û reng e gelek kes jîyana xwe hinda bikin.
Xanim Chan îro Înê ligel serokên dewletên ku di bin bandora ku vîrusa Ebola de ne, hevdîtinek pêk anî.
WHO û welatên rojavayê Efrîqa li ser planekê 100 mîlyon dolarî dixebitin ku pêşî li belavbûn û firehbûna vîrusê bigirin.
Hêjayî gotinê ye heta niha 730 jiber wê vîrusê hatine kuştin ku 60 ji wan karmendên saxlemîyê ne.