Endamê Fermandarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Serfermandarê Şems el-Şimal Feysel Sadun ku wek Ebû Leyla dihat nasîn, îro bi merasîmeke girseyî li Kobanê hat binax kirin.
Di merasîmê de şexsîyêtên girîng yên wek Kurd û Ereb jî amade bûn.
Bavê Leyla di 3’ê Hezîranê de di encama êrîşeke hawanî ya DAIŞê dwe, ji serê xwe birîndar bûbû û pişt re bi firokeke Amerîkî ji bajarê Silêmanî re hatibû rakirin.
Tevî ku operasyona yekê serketî bûbû, Ebû Leyla di encama operasyona duyê de koça dawî kiribû.
Hêjayî bal kişandinê ye ku Fermandarîya Konseya Leşkerî ya Minbic û HSDê navê operasyona Minbicê guhertibû û kiribû “Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla.”