Dadgeha Ewrupî Dibêje Tirkîyê Mafê Rojnamevan Yucel Binpê Kiriye

Rojnamevan Deniz Yucel jiber tawanên propagandaya terorê li Tirkîyê hatibû girtin.

Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirov îro Sêşemê fermanek da Tirkîyê ku 14,000 dolar bide rojnamevanekî Alman bi esil Tirk û got ku mafên wî di zindanê de hatibûn binpê kirin.

Deniz Yucel salekê ji 2017’an heta 2018’an jiber karê xwe yê rojnamevanî ligel rojnameya Die Welt ya Almanî hatibû zindan kirin. Xebata wî ya rojnamevanî derbarê derbeya leşkerî ya sala 2016’an bû û zordarîya ku piştî wê derket.

Dadgehê got ku “zindankirina birêz Yucel digihêje asta mafê wî yê azadîya derbirînê, li dema ku ti sedemên piştrastkirî nebûn ku wî tawanek kirîye.”

Yucel bi propagandaya jibo terorê û belavkirina kîndarîyê hatîbû tawanbar kirin, bi taybet jî jiber xebata wî ya medyayî ser Kurdan û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Girtina wî hatibû piştî ku ragihandibû ku emaila wezîrê enerjîyê yê wê çaxê, Berat Albayrak, hatîye hak kirin. Albayrak, ku paşê bû wezîrê fînansê, zavê Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan e.

Doza Yucel, ligel girtina rojnamevan û çalakvanên din, bûn sedema têkçûna peywendîyên Enqere û Berlînê.

Azadkirina Yucel di sala 2018’an de girjîyên diplomatîk di navbera herdu welatan de hinek kêm kir û di sala 2019’an de jî dadgeha qanûna bingehîn ya Tirkîyê biryar da ku mafên wî hatibû binpê kirin.

“Ferzkirina gavekê ku bibe encama nehiştina azadîyê wekî di vê dozê de, herdem bandoreke mezin li azadîya derbirînê dike ku tê de civaka sivîl tê tirsandin û dengên rikaber bêdeng dibin,” dadwerên Ewrupî roja Sêşemê eşkere kir.

Li gor fermana dadgeha Ewrupî, divê Enqere 13,300 euro wekî tawîz bide Deniz Yucel.

Yucel ji ajansa AFP re got ku cihê kêfxweşîyê ye ku dadgeha Ewrupî fermanekê li dijî Tirkîyê bide.

“Lê tişta ji vê cidîtir ew e ku dadgehê ferman neda ku ev doz dozeke sîyasî bû,” wî dîyar kir û got ku “Serokê Tirkîyê bi berdewamî salixdanên çewt li dijî min kirîye.”

Ji dema ku Yucel vegerîya ye Almanyayê, cezayê nêzîkî sê sal zindan li Tirkîyê jiber belavkirina propagandaya jibo Kurdan û PKK'ê lê hatîye birîn. Ji bilê wê jî, çend dozên din jî li dijî wî hene, di nav de bêrêzkirina gelê Tirk û dewleta Tirkîyê û herwiha Erdogan bi xwe.