Êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê berdewam dibin, bi erîşên esmanî û topbarankirina gunedewarên wê, ku ziyanek mezin gîhandiye mal û semyanên xelkê wan gundan.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mihemed Billo re kir, di derbarî nûçeyên dawî de li Efrînê û encamên wan êrîşan li ser xelkê sivîl.
Rojnamevan Mihemed Billo, ku li Efrînê dijî, got:" Artêşa Tirkiyê bi firokên leşkerî êrîşî gundan dike, lê ta niha ti pêşketinên mezin bidest nexistine li hemebrî Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û YPG'ê."
Billo, anî ziman, ku Hêzên Sûriya Demokratîk îro Şemiyê, firokek leşkerî ya Tirkiyê xiste xwarê.
Di derbarê rewşa jiyana rojane de li Efrînê, birêz Mihemed dibêje:" Jiyana xelkê ya rojane derbas dibe û pêdeveiyên jiyanê hîna peyda dibin, lê ji ber êrîşên esmanî ew ne aram e û metisrî li ser jiyana zarok, pîr û jinan heye."
Your browser doesn’t support HTML5