Ji bo vegera ewle ya Kurdan bo ser mal û warên xwe li Efrîn û herêmên din, roja Duşemê komîteyek hevbeş di navbera rêberên Hêzên Ewlekarîya Navxweyî (Asayîş) û Parêzgarê Reqayê de pêk hat.
Di civînê de rewşa ewlekarî û xizmetguzarîyê li bajarê Reqa, Efrîn û gundewarên wê hate nirxandin û tekezî li ser garantîkirina vegera ewle ya Kurdan hate kirin.
Ev gav di çarçoveya hewldanên berfireh ên vegerandina koçberan de tê. Heta niha, hûrgilîyên derbarê mekanîzma xebata komîteyê de nehatine eşkerekirin.
Raportên ji herêmê didin zanîn ku hin berpirsan serdana Efrînê û navçeyên wê kirine ji bo amadekarîyên vegera derbideran.
Îbrahîm Şêxo, Rêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, derbarê vegera derbiderên Efrîn û herêmên din yên Reqa û Helebê ji Dengê Amerîka re got: "Piştî dagîrkarîya Efrînê ev karwan hatîye hazirkirin ji bo vegerê, karwan ji 400 malbatan ji hersê navçeyên Efrîn, Şiyê û Cindirêsê pêk tê."
Îbrahîm Şêxo.
"Ev biryar piştî rêkeftina 29ê meha Çile di navbera HSD û alîyê hikûmeta Sûrî ya demkî de ku xala vegera xelkê Efrîn û şêx Meqsûd di wê rêkeftinê de hebû pêk hat."
Şêxo herwiha da zanîn ku, "Ji ber wê jî amadekarî tên kirin, her ji bo wê jî Siyamend Efrînî, berpirsê asayîşa navxweyî, serdana Efrînê kir da ku binpêkirin çênebin û lihevkirin di warê hevkarîyê de hebin, jiber ku di çend rojan de amadekarîyên lojistîk temam bibin, ev karwanê 400 malbatî dê birêkeve, û paşî karwanaên din jî dê hebin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku roja 20 kanûna 2018’ê êrîşa artêşa Tirkîyê û çekdarên opozisyona Sûrîyê bo ser herêma Efrînê ya Rojava destpê kir. Piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan Efrîn di 18ê Adara 2018an de hat girtin û bi hezaran malbat ji navenda bajêr û navçeyên derdora wê koçber bûn.