Hiqûqnas Emîna Ala: Gelê Efrînê Şabûneke Pir Mezin Dijî

Kurdên Efrînê li Meydana Azadî pîrozbahîya ragihandina otonomîyê dikin

Kurdên ku li Herêma Çîyayê Kurmênc dijîn, do Çarşemê rêvebirîya xwe ragihand û Xanim Hêvî Îbrahîm Mistefa wek Seroka Desteya Rêvebir anku serokwezîr hilbijart.


Îlankirina rêvebirîyê hem li herêmê, hem jî di qada navnetewî de bû sedema gelek gotûbêjan.

Gelek şabûna xwe bi îlankirina wan herêman dîyar dikin û soza piştgrîyê didin. Lê, hinekên din jî wan gavana wek sîyaseta PYD dibînin û rexne dikin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Xanim Emîna Ala ya hiqûqnas ragihandina rêvebirîya Efrînê şîrove dike û dibêje jibo gelê herêmê xewnek e ku Kurd xwe xwe birêve dibin.

Birêz Ala ku di heman demê de dadwera Dadgeha Gel ya Kantona Efrînê ye dibêje, ew pir dilşa ye ku hem serokwezîra kantonê jin û hem jî gelek jin di rêza pêşîn de cîhên girîng digirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Emîna_Ala_RR