Roja Duşemê berbangî pêvçûnên giran li ser sînorê Efrînê destpê kirin, dengê pêvçûnan li navçeyên Efrînê dihat bihîstin.
Ji enîya şer berdevkê fermî yê Ceyş el-Suwar Ahmed Omer daxuyanîyek da Dengê Amerîka.
“Cebhet el-nusra bi hevkarîya tevgera Ehrar el-Şam, seet çarê êvarê xwestin êrîşî xala kontrolê yê Ceyş el-Suwar, li gundê Keşteanê ya girêdayî Ezazê, nêzî sînorê Efrînê bikin.”
Omer dide zanîn ku di pêvçûnan de 12 endamên Nusra hatin kuştin û şervanekî Ceyş el-Suwar yê bi navê Xelîl Eto yê ji Til Eren jîyana xwe ji dest da.
Omer dîyar kir ku di bersivdana wan de herêma Methenet el-Fesel ya stratejîk ketîye destê wan.
Hêjayî gotinê ye, Ceyş el-Suwar ji çend tugeyên leşgerî pêk tê û pêkhatîyên din jî nav vê hêzê de cîh digirin.
Your browser doesn’t support HTML5