Li Efrînê Kêmahîya Nên Destpê Kiriye

Çend rojên li ber derîyê nangeha (firin) welatî gilîyên xwe dikin û nerazîbûna xwe li ser temenê nên eşkere dikin, jiber ku nan di xwarina rûniştvanên Efrînê de madeya herî girîng e.

Li gor hemwelatîyan, nan berê buha ye û di vê rewşa alozî de piranîya welatîyan nikanin nên ji malbetên xwe re peyda bikin.

Tê zanîn ku di sala borî de komelên hawarçûnê alîkarîya nangehan dikirin jibo netê buha kirin, tevî ku herêma Efrînê li ser çandinîyê jîyan dikin, lê genimê herêmê têrê nake.

Li gor Desteya Çandinîyê genim heye lê ji ber dorpêçkirina herêmê ji alîyê komên tundrê ve ard nakeve herêmê û zirarê desteya aborî zêde bûye.

Delîl Osman

Jiber wê ew neçar man ku nirxê nên buha bikin, lê hîn genim heye û wan amadekarîya xwe jibo rewşên awarte hazir kirine.

Hêjayî gotinê ye, welatîyên Efrînê di metirsîyekê dane ku rewşa berî du salan bê dubare kirin û jinûve nangeh bên girtin, û welatî nanê sêlê bi destan bikin û zêdetirî heşt mehan nan li herêmê wendabû.

Your browser doesn’t support HTML5

EM_1_20_16_Nan