Di Pevçûnên Dawî de 3 Şervanên YPG li Efrînê Jîyana Xwe ji Dest Dan

Di berdewamîya şerê herêmên derdora Efrînê da, navbera Hêzên Sûrîye Demoqratîk (HSD) û Cebhet el-Nusra û alîgirên wê de şerên dijwar diqewimin.

Li gor Ebdo Çîlo, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê agirbest li deverên Kurdî tê şikandin jiber ku grubên girêdayî Nusra mîna Ehrar el- Şam, Sultan Murad û niha Oda Operasyona Mare jî tevlî wan bûye û êrîşî herêmên Kurdî dikin.

Serokê Desteya Parastinê dide zanîn ku di şerê du rojan de pirtir ji 10 çekdarên Nusra li deverên Vîlet Qadî, Merenez, Eyndeqnê hatin kuştin û herwiha sê şervanên YPGê û Ceyş el Siwar şehîd bûne.

Hêjayî gotinê ye, deverên stratejîk li herêmên Şehba ya derdora Efrînê mîna Berad Melîkîyê, Vîlet Qadî, Merenez, Eyndeqnê, rojana ji alîyê grubên çekdar ji milê Ezazê ve tên armanc kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

EM_4_1_16