Di Salvegera Yekê ya Surgunê de, Hestên Efrînîyên Penaber

Your browser doesn’t support HTML5

Bi sed hezaran Efrînî neçar man ku warên xwe bihêlin û ji ser Kaşê Kîmarê re xwe gîhandin Şêrewa û Herêma Şehba
Di nîvê Adara 2018’an de û piştî ku artêşa Tirk piranîya gund û bajarokên Efrînê dagir kirin û şer û bombebaran giheşte bajarê Efrînê, gelê herêmê bi gef û metirsîyên zêde re rûbirû mabû.

Loma bi sed hezaran Efrînî neçar man ku warên xwe bihêlin û ji ser Kaşê Kîmarê anku Cebel Ehlam re xwe gîhandin Şêrewa û Herêma Şehba.

Çend Efrînî bîranînên roja koçberîya xwe ya neçarî parve dikin.