Derbiderên Efrînî Bombebarana Dewleta Tirk Şermazar Dikin

Your browser doesn’t support HTML5

Derbiderên Efrînî jibo şermezarkirina bombebarana artêşa Tirk li ser herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê, li penageha Şehba xwepêşandaneke pêk anî.

Di xwepêşandanê de siloganên dijî êrîşên Tirkîyê hatin bilind kirin, herwiha ji civaka navneteweyî hat xwestin ku van êrîşan rawestînin. Artêşa Tirk bi dehan êrîşên şeva Şemîyê gelek herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê bombe kiribûn ku di nav de gundên Bêlûnîyê, Şiwarqa, Şêx Îsa û Malkîyê yên herêma Şehba jî hebûn. Di wan êrîşan de 5 şervanên Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) û 15 leşkerên artêşa Sûrî hatibûn kuştin.