Ehmed Eskenderî Derbarê Rabirdûya Mîr Hûsên Mûsevî Dipeyive

Mîr Hûsên Mûsevî

Mîr Hûsên Mûsevî, kandîdê sernekeftiyê serok komariyê li Îranê û rêberk Bizava Kesk li wî welatî dinav sala 1981 heta 1989 ê Serokwezîrê hûkimta Komra Îslamiya Îranê bû.

Niha li navedên opozisyona Îranê behs li ser rabirdûya wî tê kirin.

Nivîskar û vekolerê siyasî Ehmed Eskenderî li Siwêdê dibêje eger Mîr Hûsên Mûsevî bixwazit piştgîriya hemî aliyên civaka Îranê, bi taybetî Kurdan, bi dest bînit diviya sebaret wan salan zaniyariyan bidit xelkê û bûyerên wî demî li Îranê şirove bikit.

Dirêjya wan axiftinan di nav hevpeyvîna hevkar Kawe Kirmanc bi rêzdar Eskenderî re guhdarî bikin.