Ekrem Îmamoglu Bû Şaredarê Stenbolê

Ekrem Îmamoglu, berbijarê opozîsyonê yê di hilbijartinên Stenbolê ragihand ku ew di kêbirkeya şaredarîya bajarê mezin ya Stenbolê de serketî bû.

Îmamoglu di preskonferansekê de ji hemî hilbijarên Stenbolê re spas kir û soz da ku ewê bibe bajarvanê herkesî.

Encamên nefermî yên ajansa Anadolu ya dewletê ragihand ku Îmamoglu 48.8 ji sedê dengan wergirt û hevrikê wî û serokwezîrê berê Bînalî Yildirim jî 48.5 ji sedê dengan wergirt.

Li gor sîstema Tirkîyê, heta sê roj dema partîyên sîyasî heye ku gilîyên xwe ragihînin û daxwaza pêdaçûna ser encaman bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Stenbol bajarê herî mezin ya Tirkîyê û navenda herî girîng ya sîyeseta wî welatî ye.

Ger opozîsyon rêvebirîya wî bajarî bi dest bixe, dibe serketineke pir mezin û jibo serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî şikestineke gîring jiber ku di nav 25 salên borî de partîya wî Stenbol kontrol dikir.