Ferhat Encu: Tîmên Taybet Sîlah Kişandine Min

Li bajarê Silopî rewşeke aloz heye. Bi dehan tank û wesayîtên din yên zirxîn li nav bajêr in.

Li gor parlamenterê HDPê yê Şirnêxê Ferhan Encu, hêzên ewlekarîyê bê armanc êrîş tînin ser xanîyên rûniştvanan.

Encu dibêje, tîmên taybet bi zorê ketin nav mala ku ew lê mêvan bû û lêgerînê kirin.

"Bê destûra lêgerînê ketin nav malê û tevî ku min xwe da nasîn, heqeretan li min kirin û sîlah kişandine min."

Your browser doesn’t support HTML5

Ferhat_Encu_12_16_15