Keştîyeke Endonezyayê Jêrav bû, 6 Mirî û 130 Winda ne

Tîmên rizgarkirinê û kesên qurbaniyan li nexweşxaneya bajarê Banjarmasin, başûrê Kalimantan 13ê Îlonê, 2026.

Tîmên rizgarkirinê yên Endonezyayî roja Yekşemê ragihand ku lêgerînê ji bo 130 kesên ku di keştîyeke geştîyarî de bûn û li Deryaya Java li peravên Endonezyayê winda bûne, berdewam kirin.

Ajansan Lêgerîn û Rizgarkirinê ragihand ku nêzîkî 107 kes jî berê hatibûn rizgarkirin di heman demê de mirina 6 kesan jî hatibû piştrastkirin.

Ajansê got. ji ber rewşa xerab a avûhewayê çalakîyên lêgerînê heta asteke hêdî kirîye.

Keştîyê 243 kes, tevî 30 endamên ekîbê, hildigirt bûn, 148 kîlometran dûrî bajarê Banjarmasin ku bajarê herê mezin yê herêma rojhilatê Kalimantan jêrav bûye.

Ajans Endonezyayê dibêje, keştîya "Virgo Transport 8" roja Şemîyê berî jêrav bibe, ji Surabaya li Javaya Rojhilat derketibû û ber bi Banjarmasin li Kalimantana Başûr ve diçû. Heta madekirina vê raportê sedemê jêravbûna keştîyê nehatîye parvekirin.