Li girtîgeheke Endonezyayê, herî kemî 41 girtî, di encama derketina agiran de jiyana xwe ji dest dane. Agir îro Çarşemê di girtîgeheke qerebalix ya 2000 kesan de destpê kirîye.
Peyvdara Wezerata Dadê ya Endonezyayê got, agir li girtîgeha Tangerangê derketîye ku nêzîkî paytext Jakarta ye.
Rika Aprianti got agir piştî çend seatên hatîye vemirandin. Herî kemî 80 girtî jî birîndar bûne ku 8 ji wan bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Aprianti her wiha got, wan lêkolînek bo sedema derketina şewatê dane destpêkirin.
Piştî derketina agir, Wezîra Hiqûq û Mafên Mirovan a Endonezya Yasonna Laoly, serdana cihê bûyerê kir û got, şewata ku îro derketî ya herî mezin bû ya ku piştî şewata sala 2017ê ku bûbû sedema mirina 47 kesan.
Yasonna Laoly got, "Em bi rayedarên têkildar re kar dikîn da ku li sedemên şewatê bigerîn û bê guman stratejiyên pêşîlêgirtinê amade dikin da ku felaketên giran yên mîna vê dubare nebin," wezîr di daxuyaniyekê de got.
Wezîrê herwiha got, du kesên di nava mirîyan de kesên biyanî ne, yek ji wan ji Afrîqa Başûre û yê din jî, ji welatê Portugalê ye (Portukîzîye.