DAIŞ Êrîşên Kujêr yên Endonezya Radike Ser Xwe

Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand ku wê êrîşên bombeyî û çekdarî yên kordînekirî li Jakarta ya paytaxta Endonzezya pêk anîne ku 5 êrîşvan jî nav de bi giştî 7 kes kuştibûn.

Ajansa Nûçeyan ya Aamaq ya DAIŞê dibêje, di êrîşên ku li taxa dewlemend ya Jakarta kir armanc de “kesên bîyanî û hêzên ewlekarî ku wan kesana diparêzin, hatine hedef girtin.”

Endonezya welatê herî şenîbar yê Misilman yê cîhanê ye û çend caran rastî êrîşên terorîstî hatibû ku ji wan êrîşa herî navdar di 2002’an de li Bali qewimîbû û 202 kes hatibûn kuştin.

Cara dawî di sala 2009’an de êrîşeke wî rengî li Jakarta qewimîbû ku turîstên bîyanî kiribû armanc.