Amerîka îro Înê dîyar kir ku rêjeya enflasyonê di Hezîranê de li gorî salek berê ji sedî 6.8 zêde bûye; ev rêjaya di çel salên dawî de bilindbûna herî mezin ya bi vî rengî ye.
Karbidestên Amerîkî ragihand ku zêdebûn herî pir jiber bûhayên enerjî û xwarinê pêk hatiye.
Li Amerîka enflasyon di Hezîranê de bilind bû û mûçeyên navînî yên karkeran di buharê de zêde bû.
Pispor dibêjin ku ev pêzanînana nîşan didin ku ku Amerîkî wê di demek nêzî de ji bilindbûna buhayan rehetîyeke nebînin û herwiha wê Bankaya Navendî ya Amerîka jî mecbûr bimîne ku rêjeyên faîzan bilind bike.
Li ser bingehê meh ji mehê, buhayê kelûpêlan di Hezîranê de ji sedî 1 zêde bûye, ku ev bilindbûna herî mezin ya ji 2005’an vir ve ye.
Mûçeyên karmendan, ji bilî karmendên hikûmetê, di çar yeka Nîsan-Hezîranê de ji sedî 1.6 zêde bû ku giheşt rekora bilind ya payîza sala borî.
Pêzanînên îro berdewamîya enflasyonê ya ku hêza kirînê ya Amerîkîyan kêm dike, bawerîya wan ya bi aborîyê lawaz dike û Demokratan di Kongresê de tehdîd dike, di dema hilbijartinên Mijdarê nêzîk dibin.
Hin pêzanînên îro nîşan didin ku hin qadên enflasyonê dibe ku di mehên pêş de nerm bibin, lê ne pir zêde: Buhayê gazê ji nîvê Hezîranê 5 dolarî daketiye 4.26 dolaran û bûhayên kelûpelên din, yên wek genim û sifir jî daketine.
Lê, di derbarê daketina enflosyanê de nîşankerên domdar kêm xuya dikin.
Daneyên mûçeyên ku îro hatin weşandin - pîvaneke ku mîna nîşana lêçûnên kar têne nirxandin - destnîşan kir ku mûçeyên karmendanan hîn jî bi rengekî balder zêde dibin.
Aborîzan dibêjin ku ev bo karmendan baş e, lê hevdem ev rewş dikare fîkarên Banka Navendî ser bandora wê ya li ser buhayan zêde bike.
Revebirîya Amerîka îro herwiha ragihand ku rêjeya lêçûnên kiryaran ji Gulan heya Hezîranê ji sedî 0.1 zêde bûye û enflasyona Gulanê derbaz kiriye Lêçûn bi rastî zêde bû, lê piraniya qezencê ji hêla bihayên bilind ve hate hilweşandin.
Zêdebûna daxwazîya kiryaran bo xizmetan, wek bilêtên balafirgehê, odeyên otelê û xwarinên li xwaringehan, hîn jî dibe sedem ku enflasyon zêde bibe.
Lê ji alîyê din ve, gelek kompanî û marketên mezin yên kiryaran dibêjin ku enflasyon ser kiryaran givaştinê çê dike û cîhê xerckirina diravê wan sînor dike.