Enqere Dibêje Ew Sîyaseta Ser Domdarîya YPG'ê Qebûl Nake

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan îro Duşemê got ku ewê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kurd di demeke nêz de were pûç kirin.

Fîdan dîyar kir ku Enqere ti sîyaseta ser domdarîya YPG’ê qebûl nake.

‘’Em niha di asteke wisa de ne ku em dikarin hemî komployên li herêmê bibînin, û hêza me têra pûçkirina wan komployan dike.’’

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya YPG di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda pêş ya Amerîka ye.

Washington û Enqere, ku li NATO hevbendên hevdu ne, ser hevkarîya Kurdên li bakurê Sûrîyê dijî hevdu disekinin.

Enqere dîyar dike ku YPG baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yê li Sûrîyê ye û wê wex rêxistineke terorê dibîne.

HSD ya YPG pêşengîya wê dike, dîyar dike ku bi PKK’ê re ti peywendîya wê ya organîk tuneye.

Jêder: Reuters, VOA