Dijî Balyozxaneya Enqere ya Amerîka Êrîşa Çekdarî Pêk Hat

Dijî Balyozxaneya Enqere ya Amerîka, bi demjimêra Tirkîyê di 05:00 de ji alîyên kesên ku nasnameyên wan dîyar nebûn êrîşeke çekdarî pêk hat.

Reuters’ê ji zarê karbidestên ewlekarîyê ragihand ku ji maşîneyekê êrîş bir ser kabîna li ber derîyê balyozxaneyê.

Walîtîya Enqerê ser êrîşê da zanîn ku ji maşîneyeke sipî 6 gule hatine peqandin û ti kes nehatiye kuştin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîka David Gainer êrîş piştrast kir û da zanîn ku ‘’vekolînên ser hûrgilîyên êrîşê’’ didomin.

Balyozxane jiber Cejna Qurbanê girtî bû.