Li Şêxan Şûnewarên Dîrokî Hatin Dîtin

Berkên Mencenîqan Weke çekê giran di dema xwe de dihatin bikar anîn

Rêveberiya Şûnwaran li parêzgeha Duhokê, di hewildanên lêgerînan de, li herêmên ku gomana şûnewarên dîrokî hene di encam de, karmendên reveberîyê li gur lêgerînên xwe li qeza Şêxan hind şûnewarên dîrokî yên giring dîtin.

Dr.Husên Qasim Rêvebirê dayireya Şûnewaran li Parêzgeha Duhokê

Di prês konifransekê de, rêvebirê şûnwaran li Duhok ê Husên Ahmed Qasim ragihand ku, çendîn parçên entîk û şûnewarên dîrokî li gundê Gomilî hatine dîtin,

Qasim da zanîn ku hin ji wan perçeyan kevirên Mencenîqan e ku di demek dîrokî de weke çekê giran yê êrîşbirina ser kelhên asê û bilind dihatin bikar anîn.

Li gur nerîna rêvebirê dayireya şûnewaran li Duhokê dîtina kevirên Mencenîqan wê yekê didin eşkere kirin ku li herêmê kelhên asê hebûn û şerên giran hatine encamp dan.

Your browser doesn’t support HTML5

Ditina hind Şûnewarên Dîrokî li Şêxan