Parlamana Ewrupî (PE) îro Pencşemê ser krîza Îsraîl û Filîstînîyan biryarek pejirand û bo giheştina alîkarîya mirovî ji Gaza re, banga sekinandina şer kir ya ya bi mebesta mirovahî kir.
Parlamanê êrîşên terorîstî yên Hamasê bi tundî şermezar kir û pêwîstîya têkbirina Hamasê dîyar kir û hevdem piştgirîya xwe ya ji Îsraîlê re dîyar kir.
Parlamanterên Ewrupî bo demûdest berdana hemû dîlên ku ji alîyê Hamasê ve hatine revandin, bang kirin.
Parlamana Ewrupî ragihand ku divê mafê Îsraîlê yê xweparastinê di çarçoveya hiqûqa navnetewî be û her kiryareke Îsraîlê bi tevahî li gor qanûnên mirovahî yên navnetewî be. "
PE hevdem hişyarî da ku hem êrîşên Hamas û hem jî yên Îsraîlê bo hêzdarîya tundîya li herêmê xeterîyê çêdikin.
"Parlamanterên PE banga rawestandina mirovahî ya şer dikin û hişyar dikin ku êrîşa ser sivîl û binesazîya sivîl, di nav de karmendên Neteweyên Yekbûyî, yên bijîşkî û rojnamevanan, binpêkirineke cidî ya hiqûqa navnetewî ye. "
PE di biryara xwe de got ku alîkarîya mirovî ya bo Gaza divê were zêde kirin, lê hevdem divê garantî be ku diravên Yekîtîya Ewrupa bi ti rengî terorê fînanse nake.
PE herwiha daxwaz kir Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û Hizbullaha Lubnanê têkevin nava lîsteya YE ya rêxitsinên terorîst.
Parlamanterên PE li ser êrîşa nexweşxaneya El Ehlî ya li Gaza jî banga lêpirsîneke serbixwe kirin.
Biryarname PE bi 500 dengên erê beramber 21 dengan ne hate pejirandin.