Şer û Pevçûn li Navbera Leşkerê Tirkiyê û Serhildawên Kurd

Balefirên leşkerê Tirkiyê êrîşên asmanî li dijberî serhildayên bergomanên Kurd li nav xaka bakûra Îraqê pêkanîn, piştî di encama ser û pevçûnan de li navbera serbazên Tirk û serhildayan aliyê kêm 20 kes hatin kuştin. Li dor wê bûyerê raporta peyam hinêra Dengê Amerîka/Pişka Kurdî li Diyarbekirê, Xecîcan Farqîn bi dirêjî bixonin:

Diyarbekir 19.06.2010 Li navçeya Çolemêrgê ( Hakkarî) Şemdinliyê, işev di saet 02:00 li ser qerekoleke leşkerîve ya ku li tixubê Tirkiye, İraqê ye, ji aliyê serhildawên PKK ve êrişekî pêk hat. Di encama êrîşê de 8leşker hatin kuştin 14 leşker jî birîndar bun. Li gor daxuyaniya Serfermandariya Tirkiyeyê 12 serhilderên PKK jî di operasyona ku piştî êrişê hatiye destpêkirin de hatine kuştin. Herweha hat destnîşan kirin ku di oprasyona ku piştî êrîşê hat desrpêkirin de, bi peqina mayinê de 2 leşkerên Tirkyê mirin û 2 kes jî birînadr bûn. 16 lekşerên ku birîndar bûn, li nexweşxaneya leşkerî ya Hekkarê tên derman kirin.

Hêjayê gotinêye ku roja înê serfermandariya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekî diyar kir ku ew li bendêne , rêxistina PKK êrîşên xwe geştir bike.

Êrişa ku îşev li Şemdinliyê pêk hat, ji aliyê siyasetmedarên Tirk ve bû egera ragehandina daxuyaniyên tund. Li ser vê êrîşê Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul diyar kir ku ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û ewê bi hemî qaweta xwe tekoşina li hemberê terorê bidomînin.

Serokwezirê Tirkiyeyê R.Tayyip Erdoğan jî got “ van êrîşan dê tu bandor çêneke li ser biryara wan ya tekoşina li hemberê terorê . Herweha heta dawîyê ewê tekoşanê bidomînin.

Serokê Partiya opozisyonê MHP Develt Bahçelî jî got ku li hemberê êrişan PKK Tirkiye ketiye rewşeka xerab ku berpisrê vê pengavê jî serokwezir bixwe ye. Devlet Bahçelî got ku divê li herêma başur rohelata Tirkiyeyê Sepana rewşa awarte were îlan kirin.

Xecîcan Farqîn