Xwepêşandanên Xwendekaran li Hewlêrê Dom Dikin

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê xwepêşandanên xwendekaran îro Çarşemê bedewam kir.

Li meydaya serekî ya li nav Zanîngeha Bijîşkîyê ya Hewlêrê, xwendekaran protestoyek lidar xist, tê de banga mafên xwe yên darayî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.

Ev bûye sê roj ku li hinek bajarên Herêma Kurdistanê, bi tayber li Hewlêr û Silêmanîyê, xwendekarên peymangeh û zanîngehan derdikevin kolanan û daxwaza mafên xwe dikin.

Xwendekar dibêjin, ev bûye bêtirî 7 salan ku wan xercîyên xwe yên mehane ji hikûmetê wernegirtine.

Bêtir agahî di vê raportê de.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Ehmed Zêbarî