Li Hewlêrê Xwepêşandana bo Azadkirina Abdullah Ocalan

Roja Şemîyê li Hewlêra Herêma Kurdistana Îraqê jimareke alîgirên PKK ê û çalakvanên sivîl li hember avahiya neteweyên yekgirtî xwepêşandanek lidarxistin.
Amadebuyên xwepêşandanê daxwaza azadkirina rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê kirin û got bi azadkirna Ocelan wê rewşa Tirkiyê bi taybetî û ya deverê bi giştî aram be.

Rêkxerê xwepêşandanê ji bo Dengê Amerîka got çendîn salin ew xwepêşandan û girev girtin ji bo azadkirina Ocelan û bi milyonan Îmze kom kirin, lê heya niha ti mifayek nebuye ji ber ku civaka navneteweyî weke pêwîst fişaran nade ser Tirkîyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Ehmed Zîbarî