Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ew hêvî dike ku bandora encamên hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkî erênî bin.
Tayyîp Erdogan piştî danûstaninên li Koreya Başûr di balafirê da pirsên rojnamevanên medyaya Tirkîyê bersîvandin.
Li ser pirseke derbarê hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkî got ku niha jibo şîroveyan hîn zû ye.
Wî got "Peywendîyên Tirk û Amerîkîyan ji mêj ve hene û li ser bingehên qahîm in. Em li NATOyê hevbend in û danûstandinên me ji mêj ve stratejîk in."
Wî got ku ev demek e li herêma Rojhilata Navîn alozî heye û ew hêvî dike ku encamên hilbijartinê bandorê li aştîyeke mayînde û îstiqrarê bike.
Erdogan dîyar kir ku ewê danûstandinên bi rêvebirîya Amerîkî û Civata Nûneran û Civata Senatoran ra bidomînin.
Serokê Tirkîyê R. T. Erdogan û Serokê Koreya Başûr Lee Jae Myung di dema serdana welatê Koreya Başûr de.
Serokomarê Tirkîyê ser pirseke derbarê prosesa aştîyê got ku ‘’pêvajoya Tirkîyeya Bêteror li gor çarçoveya qanûnê dimeşe’’
Erdogan dîyar kir ku jiber girîngîya meseleyê car caran pêşveçûn xuya nabin, lê ew ser pêşvebirina vê mijarê biryardar in.
Wî got ku piştî PKK bi temamî çekan berde ewê derbazî qonaxeke nû bibin.
Cîgirê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Efkan Ala vê hefteyê ragihandibû ku ewê ser prosesê li parlemanê komîsyoneke nû çêkin.
Ala dîyar kiribû ku xebat didomin û ti rawestan tuneye.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dibêje jibo pêşveçûna pêvajoyê divê statuya Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan were zelalkirin.
Jêderên DEM Partî dibêjin her çiqas li Girtîgeha Îmraliyê cîhê Ocalan guherîyê jî statuya wî ya bo danûstandinan neguherîye.
Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî di rojên borî de gotibû mafê Ocalan e ku di prosesa Tirkîyeya Bêteror de bibe kordînatorê sîyasîbûnê.