Erdogan Guherînkariyan di Kabîneya Hikûmeta Tirkîyê de Dike

Erdogan Guherînkariyan di Kabîneya Hikûmeta Tirkîyê de Dike

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan planek eşkere kir ji bo dubare rêkxistina kabîneya xwe bi têkel kirina hinek wezaretxaneyan, nehêlana hinekan û damezrandina şeş wezaretxaneyên nû, di nav de yêk bo zêrevanî kirina hewlên Tirkîyê bo endambûn di Yekîtiy Ewropayê de.

Rêzdar Erdogan ew guherînkarî di nav konferenseka rojnamevanî de li roja Çarşembî ragehandin, tinê çend rojan berî Tirkîyê hilbijartinên parlemanî bi rêve bibe.

Ev dubare rêkxistne dê 25 wezîran di kabînê de bihêle, ku niha 27 in.

Zêdebarî karûbarên Yekîtiy Ewropayê , wezaretxanên nû dê rêbaza malbat û civakî, gencan, gomruk, bazirganî û geşe kirinê bigre xwe.

Rêzdar Erdogan got pêkhata nû ya kabînê dê piştî hilbijartina 12’ê mehê dest bi kar bit.

Ra wergirtin nîşan didin ku partîya desthilatdara Dad û Geşekirinê ya rêzdar Erdogan tê çaverê kirin bo cara sêyem jî di desthilatê de bimîne.