Serokê Desthilata Filistînyan Mahmûd Abas Serdana Tirkîyê Dike

Serokê Tikriyê Erdogan û Serokê Desthilata Filistîniyan Mahmûd Abas û Îsmaîl Hanîyeh

Serokê Ragihandinê yê Tirkîyê Fahrettîn Altun îro Çarşemê ragihand ku Rêberê Filîstînîyan Mahmud Abas wê serdana Tirkîyê bike.

Altun dîyar kir ku serdana Abbas wê 14-15’ê Tebaxê pêk were.

Wî got ku Abas wê 14’ê Tebaxê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive û wê 15’ê Tebaxê jî li parlamana welêt biaxife.

Erdogan Yekşama borî gotibû ku wî Abbas vexwendiye, lê rêberê Filîstînîyan bersîveke erênî nedaye.

Karbidestên Tirkîyê piştre pêr Duşemê gotibûn ku Abbas dîyar kiriye ku ew jiber kêşeyên saxlemîyê nikare were, lê daye zanîn ku ewê di rojên pêş de serdana Tirkîyê bike.

Erdogan îro Çarşemê kuştina Rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh şermezar kir.

Wî ser êrîşa dijî Hanîyeh got ku ‘’kuştinkarîyeke qeleş e’’ û dîyar kir ku ew ‘’naletan li vê êrîşê dibarîne.’’

Serokî Tirkîyê dîyar kir ku ‘’barbarîya sîyonîst’’ nikare bigihije armancên xwe.

Berî kuştina Hanîyeh jî girjîya Îsraîl û Tirkîyê bi daxuyanîyên dijî hevdu yên Tel Avîv û Îsraîlê gur bûbû.

Erdogan di rojên borî de gotibû ku Îsraîl li herêmê tekane dewlet e ku sînorên wê ne dîyar in û gotibû ku ew dijî hemî mirovahîyê gefan dixwe.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz do Sêşemê bang li NATO kir ku Tirkîyê ji hevpeymanîyê derxe.

Tirkîye ji sala 1952’yan vir ve endama NATO ye.

Îsraîl ne endama NATO ye lê ji 1995’an vir ve bi rêka mekanîzmeya Dîyaloga Deryaya Sipî hevbenda aktîf ya hevpeymanîyê ye.

Ji 2017’an vir ve li biryargeha NATO ya li Brukselê mîsyona fermî ya Îsraîlê heye.

Jêder: NTV, VOA