Erdogan Dibêje Îsraîl Aramîya Herêmê Têk Dibe

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê Îsraîl bi gûrkirina bêaramîya li Rojhilata Navîn tawanbar kir û got Tirkîyê wê dijî gavên “dijminane” bêdeng nemîne.

Erdogan piştî civîna kabîneya xwe li Enqerê got ku encamên pevçûna herêmî ya heyî ne tenê li Îran û welatên Kendavê, lê li Tirkîyê û seranserê herêmê jî bandorê dike.

Wî herwiha Îsraîl bi "plan û provokasyonan" û bi astengkirina hewlên dîplomatîk yên jibo vegerandina aramîyê tawanbar kir.

Serokê Tirkîyê got ku heta ku Îsraîl egera aştîyê wek gefekê bibîne, qeyranên herêmî wê berdewam bikin.

“Tirkîye ne dijî ti welat, civak, bawerî yan çandê ye,” Erdogan got. Lê wî hişyarî da ku Enqere ewê li hemberî hewlên dijminane yên ku armanca wan “dorpêçkirina Tirkîyê” ye wekî temaşevan nemîne.

Erdogan di vê beşê axaftina xwe de navê ti welat yan siyasetvanekî neanî ziman.

Wî herwiha got ku pevçûna li herêmê bandorê li aborîya Tirkîyê die û bal kişand ser bilindbûna bihayê petrolê û rewşa Tengava Hormuzê.

Di demên dawî de girjî û alozî di navbera Tirkîye û Îsraîlê de zêde bûne. Karbidestên Îsraîlê jî dibêjin ku kiryarên Tirkîyê yên vê dawîyê li Sûrîyê û welatên din ên herêmê ewlekarîya niştimanî ya Îsraîlê dixin jêr metirsîyê.