Erdogan, Debance Wek Dîyarî Da Rêberên NATO’ye

Weneyê çeka binavê Hîvazîv, (Gümüşay 375 Magnum) ku serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Hilcivîna NATO’yê li Enqerê pêşkêşî rêberên mîvan kiriye.

Serokwezîrê Belcîkayê dema ji Hilcivîna NATO’yê ya roja Çarşemê li Tirkiyê vegerîya welêt, hinekî matmayî ma jiber ku di çenteyê wî de çekekî destan û gûle dîtin.

Serok Bart De Wever ragihand ku wî çeka dîyarîyê li balafirgeha Brukselê radestê karbidestan kirîye da ku di cîhek ewle de wera parastin.

Hilcivîna 36’an ya NATO’yê di 7 û 8’ê Tîrmehê de li Enqerê ya paytexta Tirkîyê bi beşdarîya rêberên 32 welatên endam yê Hevpeymanîyê, zêdetirî 100 wezîr, û bi hezaran mîvanên biyanî pêk hat.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan mazuvanîya Hilcivîna 2 rojan kir.

Derket holê ku Erdogan jibo bîranîna Hilcivîna NATO’ye ya li Enqerê jibo rêberên dewlet û hikûmetan yên endamê NATO’yê dîyarîyekî taybet û neasayî ji bo beşdarna amade kir: jibo her rêberekî debancek û tevî gûleyên rastîn ku bi taybet hatine çekirin pêşkeş kir.

Ofîsa Serokkomarîya Lîtvanyayê Gitanas Nauseda wêneyê çeka binavê Hîvazîv, (Gümüşay 375 Magnum) Erdogan dîyarî kirîye, parve kir.

Di wene de xûya dike çek di qutiyek darîn de ye ku ala Tirkîyê û li ser çekê dîsan logoya NATO’yê jî heye.

Herwiha li ser qutiyê peyameke bi Tirkî û Îngilîzî heye ku dibêje: "Gümüşay, yekem debance ye ku bi şêweyê revolverê ku li welatê me hatiye hilberandin."

Hîvazîv yan Gümüşay 357 Magnum, çekekî ku mexzena çekê 6 fîşekan hildigire, ku kompanîya çekên Tirk MKE ê, di salên 1990’an de hilberandibû.

Berdevkê serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez piştrast kir ku hemû rêberan dîyarî wergirtine.

Serokê Polonyayê Karol Nawrocki ji Radyoya RMF re got ku çeka wî li benda pejirandina gumrikê ye û piştre wê li cîhek guncaw were hilanîn.

Ofîsên serokwezîrên Hollanda û Swêdê gotin ku çekên wan li balyozxaneyên wan yên li Tirkîyê têne ragirtin.

Li gor jêderekî ji Downing Street digel çeka ku hatîye dayînê Keir Starmer yê Brîtanî, alavekî paqijkiirnê û 500 gule jî hene.

Çeka serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ligel diyarîyên din yên dewletê li depoya hikûmetê, Palazzo Chigi, hatîye hilanîn

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen got ku ew ê çeka xwe bide muzexaneyek leşkerî.

Hat ragihand ku serokê Yunanistanê jî wê çeka xwe bide Muzexaneya Cengê ya li Atînayê.

Li gor hin çavderan Erdogan bi pêşkeşkirina çeka Gümüşay 375 Magnum xwestîye ku hêza pişesazîya berevanîyê ya Tirkîyê nîşan bide, ku bûye amûrek sereke ya derfirotin û siyaseta derve.