Erdogan Soza Berdewamîya Rêgeha 'Aştiyê' Dide

Turkey NATO Summit

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê got ku hikûmeta wî dê hewlên xwe yên jibo bidawîanîna şerê bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re bidomîne, tevî tiştê ku wî wek hewilên jibo têkbirina pêvajoyê, pênase kir.

Erdogan di merasîmekê de bi sedema salvegera Şerê Malazgirê axivî û got ku Tirkîyê "dûvê hespê xwe jibo aştiyê girêdaye", gotineke dîrokî ku nîşana biryardarî û pabendbûnê ye.

"Emê rêgeha xwe jiber provokasyonan neguherînin. Emê bi biryar, bi sebir û bi biryar rêya xwe bidomînin," wî got.

Wî herwiha bal kişand ser girîngiya yekîtîyê û got: “Li herêma me dîrok jinûve tê nivîsandin.

Ev daxuyanîyên Erdogan di demekê de tên, ku Tirkîye derbazî cibicîhkirina qanûna çarçoveyî dibe ku di 10’ê Tebaxê de hat pejirandin. Qanûna çarçoveyî jibo hilweşîn, bêçekkirina PKK’ê, û gavên din yên di pêvajoyê de, bingeheke hiqûqî pênase dike.

Herwiha, di rojên dawî de, jiber hin nûçeyên ser înternetê derbarê hevdîtinên bi rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan re, pêvajo bûyê navenda rexne û nîqaşên nokakbar.

Ocalan û nûnerên DEM Partî rastbûna belgeyên ku wek tomarên hevdîtinên bi Ocalan têne belav kirin, red dikin û li ser hewlên têkbirina pêvajoyê hişyarî didin.

Di 24ê Tebaxê de, Desteya Çavdêrî, Koordînasyon û Cibicîhanînê civîna xwe ya yekê lidar xist û jibo xebatên qonaxa din ya pêvajoyê biryar da ku 4 komîteyên jêrîn werin damezrandin.

Deste, ku li gor qanûna çarçoveyî ya nû hatiye damezrandin, berpirsiyarê koordînasyon û şopandina vê pêvajoyê ye.

Civîna Desteyê, wek nîşana veguherînek ji qonaxa qanûndanînê ber bi cibîhkirin û şopandina gavên ku di qanûnê de hatine destnîşankirin, tê nirxandin.