Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku ewê jibo qanûna bingehîn yên nû bi partîyên din re danûstandinê bikin.
Erdogan ji rojnamevanan re got ku divê ew êdî qanûna bingehîn ya darbeyê li dû xwe bihêlin û li gor şertên dema niha qanûneke sîvîl û azad çêkin.
‘’Em dixwazin qanûneke bingehîn ya wisa çêkin ku hemî hemwelatî karibin bibêjin ev qanûna min ya bingehîn e. Em dixwazin ku qanûna bingehîn bi lihevkirinê çêbe."
Serokomarê Tirkîyê got ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wê bi wan partîyên din re biaxife ku komên wan li parlamanê hene.
Wî got ku ew qebûl bikin jî qebûl nekin jî ewê li derîyên wan partîyan bidin.
Erdogan dîyar kir ku 1’ê Cotmehê, bi vebûna parlamanê re ewê dest bi xebat û danûstandinên berfireh bikin.
Jêder: Gazete Duvar