Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku ew ti carî ji milet dûr neketine.
Erdogan îro Pêncşemê di civîna serokên bajaran a Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) de dîyar kir ku danûstandinên wan yên bi sûk û bazaran re didomin.
Wî bi bîr xist ku wan AKP berî 24 salan jibo ji sûk û bazaran bibe dengê milet damezirandiye.
"Em bi zembilan ji ezmên daneketin vir, em ji dilê milet hatin," Erdogan got.
Serokê Tirkîyê bêyî ku krîza fonan bi nav bike got ku ew "bi eynika milet hesab û mihesebeyên xwe" dikin.
Hin jêderên AKP’ê dibêjin ku bi krîza fonan dijî partîyê bertek zêde bûne.
Krîza fonan serê payîzê destpê kiribû û ew xêncî pîyaseya fonan, bandorê li burokrasî û sîyasetvanan dike.
Di serî de Fatma Betul Sayan Kaya, ku berê wezîr bû û Cîgira Serokê AKP’ê bû, hin giregir jiber lêpirsînên ser fonan hatine girtin.
AKP ya bi rêberîya Erdogan ji 2002'an vir ve di desthilata Tirkîyê de ye.