Erdogan Dibêje wî bi Trump re Xemên ser Êrîşên Muhtemel ên Dijî Îranê Derbirî ne

Wêne ji Arşîfê ye

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got ku Tirkîyê naxwaze pêleke êrîşên nû yên li dijî Îranê bibîne.

Erdogan got ku wî di peywendîyeke telefonî de, van demên dawî xemên xwe ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re ragihandine.

Li gorî nivîsa ku roja Duşemê ji hêla ofîsa wî ve hat parvekirin, Erdogan di balafirê de dema vegera ji Azerbaycanê ji rojnamevanan re gotiye "Em di her firsendê de tekez dikin ku çareserkirina van pirsgirêkan bi diyalog û dîplomasîyê pêkan e.”

“Mixabin, em careke din guhertinek neyînî dibînin. Em hemû hewla xwe didin ku pêşî li vê bigirin," Erdogan got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh Yekşemê got ku gelekî dûr e ew neçar bibe dîsa dest bi êrîşên leşkerî li ser Îranê bike, eger di gotûbêjên li ser bernameya navokî ya Tehranê û vekirina Tengava Hormuzê de pêşketin çê bibe.