Peyama Erdogan Ya Ser Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê

 Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê, pêşkêşkirina pêşnîyara qanûna çarçoveyî ya jibo parlemana Tirkîyê pîroz kir, ya ku wê jibo hilweşandin û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingehekê hiqûqî ava bike.

Erdogan dîyar kir ku “Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî”, piştî şêwirên baldar hatîye amadekirin û bi hevbîrbûnek berfireh ya siyasî ji parlemanê re hatîye pêşkêşkirin

“Pêşnîyar îro bi hevbîrbûneke berfireh, ku vîna gelê me ya çareserîyê nîşan dide, hat pêşkêşkirin,” Erdogan di daxuyanîya xwe ya li ser X’ê got.

“Ez hêvî dikim, ev gava ku armanc dike Tirkîyê ji gefa terorê bi awayekî mayînde rizgar bike û hawirdora aştîyê li welat û herêma berfirehtir xurt bike, wê encamên baş bi xwe re bîne,” wî got.

Erdogan spasîya serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, komên partîyên siyasî û parlemanteran kir, bi sedema ku beşdarê amadekirina pêşnivîsê û pêşvebirina pêvajoyê bûne.

Pêşnivîsa qanûna çarçoveyî ya bi 12 xalan îro Çarşemê bi îmzeya 360 parlamenteran hat pêşkeşkirinê parlementoya Tirkîyê.

Qanûna pêşnîyarkirî wê piştî ku dezgehên ewlehîyê destnîşan bikin ku PKK/KCK û saziyên girêdayî wê çalakîyên xwe bi dawî kirine û çekên xwe radest kirine, bikeve merîyetê. Piştre divê Civata Ewlekarîya Neteweyî vê yekê bi awayekî fermî piştrast bike.

Seroktîya parlemanê “Pêşnivîsa qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" şandîyê Lijneya Dadwerîyê ya parlemanê, ku çaverê ye, di 7’ê Tebaxê were nîqaşkirin.