Karbidestên Tirkîyê Dibêjin Dibe ku Hilbijartinên Pêşwext Werin Lidarxistin

Serokkomarê Tirkîyê Tayyip Erdogan û hevjîna wî , di hilbijartinên herêmî de dengê xwe didin, 31ê Adara 2024'an. .

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Akin Gurlek roja Înê dîyar kir ku di sala 2028’an de wê hilbijartin pêşwext yên giştî bên lidarxistin da ku serokê niha Recep Tayyîp Erdogan jinûve bê hilbijartin

"Di sala 2028'an de jibo nûhilbijartina Serokê me, wê hilbijartin werin lidarxistin," wî di cîvîneke Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya bajarê Edenê de got.

Gurlek anî ziman ku di hilbijartinên pêşwext yên 2028’an de berpirsiyarîyeke girîng dikeve ser milê rexistinên AK Partîyê.

Wî hevdem bang li endamên partîyê kir ku li qadê bixebitin û vê siyasetê ji hilbijêran re rave bikin.

Daxuyanîya Gurlek piştî axaftina şêwirmendê sereke yê serokkomarîyê Mehmet Uçum hat. Uçum doh Pêncşemê gotibû ku li gor pêşbînîya wî, hilbijartinên serokkomarîyê û parlemanê dikarin pêşwext di 16’ê Nîsana 2028’an bên lidarxistin û Erdogan dikare careke din bibe kandîd.

Di şertên normal de, hilbijartinên pêş yên serokkomarîyê û parlemanê yên Tirkîyê divê 7’ê Gulana 2028’an bên darxistin.

Uçum pêşniyar dike ku hilbijartinên pêşwext, sê hefte berîya 7’ê Gulanê, di 16’î Nîsanê de werin lidarxistin.

Ev roj -16 Nîsanê- salvegera referanduma destûra bingehîn a sala 2017’an e, ku Tirkîyê derbasî sîstema seroktayî ya niha bû.

Li gor Qanûna Bingehîn a Tirkîyê a heyî, serokkomar dikare tenê jibo 2 heyaman li ser kar bimîne.

Herwiha li gor xala 116’an a Qanûna Bingehîn a Tirkîyê jî, parleman dikare bi dengê herî kêm 360 ji 600 parlemanteran biryara nûvekirina hilbijartinan ku tê wateya hilbijartinên pêşwext bide.

Ger parleman di heyama duyemîn a serokkomar de biryareke wiha bide, ew serokkomar dikare careke din bibe namzed. Uçum got ku ji bo hilbijartinên 16’ê Nîsanê, divê parleman di navbera 9 û 15’ê Sibata 2028’an de biryara hilbijartinên pêşwext bide.