Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê 22ê Îlonê di Civata Giştî ya 81'an ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) de, gotarek pêşkeş kir.
Axaftina Erdoğan li NY di demekê de hat ku ew li New Yorkê gelek hevdîtin û civînên dîplomatîk rêve dibe.
Erdogan şeva borî berî di civîneke bi navê “100 Salên Dostanîya Tirkîye û Amerîka” de jî axivî.
Wî got ku Enqere amade ye ku di warên enerjiyê, di nav de enerjîya navokî û LNG, esmanîya sivîl û teknolojîya bilind de, hevkarîya bi Washingtonê re berfirehtir bike.
Erdogan herwiha got ku pêşxistina hevkarîya di warê berevanîyê ya Tirkîye û Amerîkayê, hem di têkiliyên dualî de û hem jî di çarçoveya NATOyê de, pêwîst e.
Wî got ku her du welat divê astengîyên di têkiliyên wan de li paş xwe bihêlin û “gaveke nû” bavêjin.
Mijareke din ya sereke ya gotara Erdogan di derbarê reformên têkildarî NY û bi taybet jî Civata Ewlekarî ya Neteweyên yekbûyî bû.
Serokê Tirkîyê got ku NY êdî nikare bi awayekî bibandor erkê xwe yê parastina aştiyê pêk bîne.
Wî pergala heyî ya Civata Ewlekarîyê rexne kir û got ku pergala ku îradeya zêdetirî 190 welatan girêdayî biryarên pênc endamên mayînde ye, ne dadmend e û nikare bawerîyê ava bike.