Erdogan: Operasyona Dijî Rojhilata Firatê Dê Heta Çend Rojan Destpê Bike

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku ewê di nav çend rojan de dijî rojhilata Firatê dest bi operasyoneke leşkerî bikin.

Erdogan di hilcivîneke ser endustrîya berevanî ya Tirkan de da zanîn ku wan biryar daye ku ‘’aramîyê bibin rojhilata Firatê’’

‘’Me ew aramî li Îdlibê bi Rûsya re anî. Heman tiştî em li rojhilata Firatê jî bikin, li Minbicê jî bikin.’’ Erdogan got.

Erdogan da zanîn ku piştî têkbirina DAIŞ’ê ji wî re hatiye gotin ku dê rêxistinên din ji rojhilata Firatê vekişin, lê kes ji wir derneketiye.

Wî dîyar kir ku bi ‘’guherandina navên rêxistinan rastî naguhere’’ û ew ‘’Ereban jî Kurdên terorîst jî baş nas dikin’’

Di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de Amerîka bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan rêxistinên terorîst dihesibîne.