Erdogan Dibêje Tirkîye Wê Hewilên Ser Peymana Dexilûdan Bidomîne

Keştîya Navi Star ya bi ala Panama ku b genim ji Ukrayna hilgirtiye, ji Tengava Bosfor ya Stenbolê derbaz dibe; 7 Tebax 2022.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got ku ewê hewildanên xwe yên ser cîhanîna peymana dexilûdan ya ji benderên Ukraynî yên li Derya Reş bidomîn.

Erdogan dîyar kir ku Rûsya bi sedame ku ji peymanê di heman astê de feyde negirtiye dudil tevbigere jî, emê xebatên xwe yên bo xizmeta mirovahiyê bi biryardarî bidomînin.

Moskowê, Kîev bi êrîşa ser karwana keştîyên xwe yên li Derya Reş tawanbar kir û roja Şemiyê ji peymana danûdexil bo demek nedîyar vekişî ku destûr dida derketina genim û zadên Ukraynî ji benderên di bin kontrola wê.

Rûsya û Ukrayna di firotina dexilan de li cîhanê di rêza pêş de ne, lê jiber şerê wan bi tonan genim û garis asê mabûn û vê yekê fikarên ser krîza berhemê xwarinê zêde kiribûn.

Bi navbeynkarîya Tirkîye û Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya û Ukrayna ser derxistina dexilan li hev kir û di 22’yê Tîrmehê de li Stenbolê peymanek îmza kir.

"Hewildana me ya bo gehandina vî genim bo welatên ku bi xeterîya birçîbûnê re rûbirû ne dîyar e. Bi sîstema hevpar ya ku me li Stenbolê ava kir, bo kêmkirina qeyrana xwarinê ya cîhanî bû," Erdogan got.

Erdogan bi berdewamî ragihand ku bi peymanê heta niha 9.3 mîlyon ton danûdexil hatiye pêşkêşkirinê yên bazarên cîhanê.

Ji alîyekî din ve NY da zanîn ku kontrolên pêşîn yên 40 keştîyên yên plankirî îro Duşemê li avên Stenbolê temam bûne.