Erdogan Ser Dirêjkirina Dema Peymana Dexilûdan Spasîya Kîev û Moskowê Dike

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê jiber dirêjkirina dema peymana dexilûdan spasîya Neteweyên Yekbûyî (NY), Kîev û Moskowê kir.

Erdogan ji Twitterê da zanîn ku bi peymana dexilûdan di çar mehên dawî de pirtir ji 11 mîlyon ton dexilûdan hatiye derxistin.

Wî got ku hate dîtin ku peymana dexilûdan bo ewlekarîya xwarinê ya cîhanê çiqas girîng e.

Tirkîye û NY bo peymana dexilûdan ya Kîev û Moskowê dikin.

Di 19’ê Mijdarê de dê dawî li dema peymanê bihata, lê îro Pêncşemê dem 120 rojên din hat dirêj kirin.